Nûnerê Trump ji bo berpirsên gendel ên Iraqê li zengila alarmê da: Me hemû diz nas kirine

Dîroka Weşanê :
Nûnerê Trump ji bo berpirsên gendel ên Iraqê li zengila alarmê da: Me hemû diz nas kirine

PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mark Savaya, bi peyamên tund berpirsên gendel ên Iraqê hedef girtin.

Savaya ragihand ku Washingtonê lîsteya hemû kesên ku di talankirina dewlemendiya giştî û dizîna pereyên Iraqê de beşdar bûne, bi dest xistiye.

Mark Savaya destnîşan kir ku niha di destê wan de têgihîştineke berfireh li ser şûştina pereyan û peymanên gumanbar ên li Iraqê heye.

Ev daxuyanî wekî nîşaneya qonaxeke nû ya zextên Amerîkayê li ser sîstema siyasî û aborî ya Iraqê tê nirxandin.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku rêveberiya Trump dê dosyaya gendeliyê wekî "karteke zextê" bi kar bîne ji bo ku çavkaniyên darayî yên wan kom û partiyên ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê ne, ziwa bike.

Tê payîn ku di rojên pêş de Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê rêze-cezayên giran li ser bank û kesayetên di vê lîsteyê de ferz bike.