PeyamaKurd – Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) biryar da ku peymanên hemû karmendên xwe yên li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê bi dawî bike.
Karbidestekî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ajansa AFPyê re eşkere kir ku ji ber girtina bi dehan karmendan ji aliyê serhildêrên Hûsî ve û rewşa darayî ya dijwar, ev biryar hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar dê bandorê li ser 365 karkeran bike û di dawiya meha Adarê de bi fermî bikeve meriyetê.
NYyê destnîşan kir ku zextên ewlehiyê yên Hûsiyan û kêmbûna budçeyê, berdewamiya xebatên wan li van herêman neimkan kiriye.
Bendewarî ew e ku ev pêngav bandoreke neyînî li ser dabeşkirina alîkariyên xwarinê li Yemenê bike ku bi salan e di nava şer de ye.