PeyamaKurd – Aborînnasê naskirî yê Iraqî Nebîl Marsûmî hişyarî da ku ji ber kêmbûna pereyê nexd (likîdîte), hikûmeta Iraqê êdî nikare mûçeyên fermanberan di wextê xwe de û bi yekcarî dabeş bike.
Marsûmî destnîşan kir ku mûçeyên meha heyî dê bi qist û teqsîdan werin belavkirin.
Marsûmî diyar kir ku dahata petrolê yan hîn negihîştiye an jî têra mîqdara mûçeyan nake, lewma pêvajoya belavkirinê dê ji her carê dirêjtir bikişîne.
Ev krîza darayî di demekê de ye ku Iraq ji bo mûçe û budçeya xwe ji %90 pişta xwe bi hinardekirina petrolê girê dide.
Aborînnas diyar dikin ku zêdebûna hejmara fermanberan û daketina bihayê petrolê li bazarên cîhanê, bargiraniya li ser bankên Iraqê giran kiriye û ev yek rasterast bandorê li jiyana welatiyan dike.