SOMO: Peymana bi Herêma Kurdistanê re serkeftî ye û em ê wê dirêj bikin

Dîroka Weşanê :
SOMO: Peymana bi Herêma Kurdistanê re serkeftî ye û em ê wê dirêj bikin

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Kompanya Kirrûbirra Petrola Iraqê (SOMO) Elî Nîzar Şatrî, peymana bi Herêma Kurdistanê re wekî "pêngaveke dîrokî û serkeftî" pênase kir.

Şatrî ragihand ku ji ber ku vê peymanê dahata giştî ya welat zêde kiriye û pêvajoya hinardekirina petrolê rêkûpêk kiriye, hemû alî li ser dirêjkirina wê dixebitin.

Rêveberê SOMOyê destnîşan kir ku polîtîkaya wan a nû li ser nermbûna di bazarên cîhanî de ava bûye da ku bihayê herî bilind û dahata maqûl bi dest bixin.

Şatrî eşkere kir ku peymana heyî heta dawiya meha Adarê hatiye dirêjkirin, lê ji ber encamên wê yên erênî, ew dixwazin peymanê ji bo demeke dirêjtir nû bikin.

Bi vî awayî, petrola Herêma Kurdistanê di bin sîwana kirrûbirra neteweyî de û bi hevahengiya bi rafineriyên cîhanî re tê firotin.