PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di peywendiyeke telefonî de rewşa aloz a Îranê gotûbêj kirin.
Li gorî zanyariyên ku rojnamevan Hande Firatê belav kirine, Erdogan ji bo kêmkirina rageşiyê pêşniyara "Civîna Sêalî" pêşkêşî Trump kiriye.
Erdogan daxwaz kir ku ji bo çareseriyeke dîplomatîk, di asta herî bilind de lûtkeyek di navbera Amerîka, Îran û Tirkiyeyê de were darxistin.
Tê ragihandin ku Donald Trump ev pêşniyar bi erênî pêşwazî kiriye û amadehiya xwe ji bo vê "maseya dîplomatîk" nîşan daye.
Di çarçoveya vê dîplomasiya bêdeng de, tê payîn ku di nava vê hefteyê de Wezîrê Derve yê Îranê serdana Tirkiyeyê bike da ku bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan re hûrgiliyên vê pêngavê nîqaş bikin.