PeyamaKurd – Rojnameya Amerîkî Wall Street Journalê (WSJ) di raporteke taybet de eşkere kir ku êrîşên artêşa demkî ya Sûriyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin serweriya HSDyê de, li navenda desthilatdariya Amerîkayê bûye sedema dabeşbûneke tund.
Li gorî raportê, di navbera Tom Barrack (Nûnerê Taybet ê Trump) û endamên Kongreyê de li ser paşeroja Sûriyeyê du nêrînên dijber derketine holê.
Dema ku Tom Barrack, Ehmed Şera wekî "hêviya dawî" ya ji bo yekparçeyiya Sûriyeyê dibîne, endamên Kongreyê û senatorên wekî Lindsey Graham hişyarî didin ku terikandina HSDyê "îxaneta li hevalbendeke pêbawer e" û rê li ber vejîna DAIŞê vedike.
Raport destnîşan dike ku Qesra Spî amadekariya zextê li ser Şamê dike daku "fermana rêveberiyê" ya li ser mîsogerkirina mafên çandî û zimanî yên Kurdan were cîbicîkirin.
Her wiha, Senator Graham ragihand ku ew ê "Qanûna Parastina Kurdan" pêşkêşî Kongreyê bike da ku rê li ber "avêtina Kurdan ber guran" were girtin.