PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê berê yê Amerîkayê Mike Pompeo, di pirtûka xwe ya bibîranînê de eşkere kir ku Pakîstan û Hindîstan, di sala 2019an de hatibûn asteke wisa ku dest bi şerê nukleerî bikin.
Mike Pompeo, di pirtûka bîranînê ya bi navê "Tu car santîmekê jî nedin: Şerkirina min a ji bo hezkirina Amerîkayê) de nivîsîbû ku Pakîstan û Hindîstan di Sibata 2019an de hema hema hatibûn ber şerê nukleerî.
Pompeo, li ser mijarê ev agahî dan: "Ez meraq dikim gelo cîhan dizanibû ku rageşiya di navbera Pakîstan û Hindîstanê de çiqas nêzîk bû ku di Sibata 2019an de bibe şerekî nukleerî? Ez bersiva vê pirsê teqez nizanim. Lê tiştê ku min dizanibû ew bû ku herdu welat gelek nêzîkî şer bûbûn. "
Mike Pompeo diyar kir ku ew şeva di civîna çekên nukleerî ya bi Koreya Bakur re li Hanoiyê ya di Sibata 2019an de: dema ku Pakîstan û Hindîstanê, li ser pevçûna Keşmîrê ya demdirêj dest bi gefên hev û din kirin, "tu carî ji bîr nake" û diyar kir ku piştî gefan êrîşê dest pê kiribû û di encamê de 40 leşkerên Hindîstanê hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin