2 rojnamevanên Kurd Ekrem Salih û Cûdî Haci Ali serbest berdan

2 rojnamevanên Kurd Ekrem Salih û Cûdî Haci Ali serbest berdan

PeyamaKurd – Her dû rojnamevanên Kurd yên li Şamê ku ji wan ti agahî nedihat sitendin yên  Channel 8ê,  Rêxistina Rojnamevan ya Kurdan ya Sûriyê ji wezareta karên derve û wezareta karên navxwe daxwaz kiribûn ku li ser mijarê daxwuyanî bidin û Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR)  li ser mijarê daxwuyanî dabû.

SOHRê ji hukumeta Sûriyê daxwaz kiribû ku ciyê rojanmevanên wenda ragihînin û bo berdana wan agahiyan bidin. Channel 8 li ser rojnamevanên xwe daxwuyanî da û got:

“Roja Çarşemê di 30 Nîsan 2025an de li ser şopandina bûyerên li Şamê, rojnamevanên me xeberan çêdikirin. Rojnamevan Ekrem Salih û Cûdi Hacî Ali seet di 18.00an de li ser karê xwe bûn û jê û pê de têkiliyên bi wan re hat birîn.”

Channel 8, di daxwuyaniya xwe de got ku her dû rojnamevan Ekrem Salih û Cûdi Hecî Ali serbest hatine berdan.

Wezareta dan û sitendinê ya Sûriyê ji beşa têkiliyên bi Gel re Muhammed Ali El Rifai ragihand ku her dû rojnamevan serbest hatine berdan.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.