Dewleta Yûnanistanê lêgerîna Hidrokarbonê derdixe îhala navdewletî

PeyamaKurd – Hukumeta Yûnanistanê ragihand ku li Nîv-girava Morayê û girava Giritê bo lêgerîna hîdrokarbonê îhala navdewletî vedike. Hat gotin ku eleqa şîrketa enerjiyê ya Amerîkayê ya Chevronê bandorê li biryardayîna Yûnanistanê kiriye.
Wezareta Hawirdoriyê û Enerjiyê ya Yûnanistanê bi nivîskî ragihand ku wezîr Stavros Papastavru îmza kiriye ku li başûrê Nîv-girava Morayê û li başûrê Girava Giritê lêgerîna hîdrokarbonê bikin û bo bikaranîna wê biryarnama îhala navdewletî îmza kiriye.
Biryar, li ser eleqa şîrketa DYAyê ya enerjiyê ya bi navê Chevronê hatiye sitendin. Wê ragihandina îhalê di rojnama fermî ya Yekîtiya Ewrûpayê de, ji bo 90 rojan bê belavkirin.
Hebûna hidrokarbonê ya li Derya Sipî bû sedema dijberiya welatên cîranên Derya Sipî û gelek dewlet bi hevre hevkariyê kirin da sînorên xwe yên li Derya Sipî destnîşan bikin.
Li gor lêkolînan hebûna hidrokarbonê di Derya Sipî de bi karê trilyon dolara ye. Di nav wan de Yûnanistan, Tirkiye, Sûriye, Îsraîl, Misir, Lîbya û hibek welatên din hene.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.




