Metorolojiyê hişyariyê da bo bajarên Kurdistanê ya bo bayê xwurt, firtûne û ecacê

PeyamaKurd – Rêvebiriya giştî ya Kêş û Hewayê ya Tirkiyê ragihand ku bende ne li bajarên Kurdistanê wê bayê xwurt, firtûne bibe û toz were.
Sibê an ku di 2yê Gulan a 2025an de, li bajarên Wanê, Hakkariyê, Bedlîs, Batman, Sêrt, Şirnex û der û dorên wan û li rojhilatê bajarê Mêrdînê, wê ji aliyê rojhilat û başûr de bayê xwurt were û li hinek ciyan firtûne (bobelat) rabe.
Rêvebiriyê ragihand ku herkes li hemberê gihandinê, rakirina daran an wergerandina wan, ya dîrekan, ya banan û toz û ecacê bi tedbîr bin.
Toza ku niha li herêmê dewam dike, wê siba li Xarpêtê (Elazığ), Dêrsim, Çewlik, Riha, Diyarbekir, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Şirnex, Wan, Hakkarî û Bedlîsê heya ber destê êvarê dewam bike.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.




