Di navbera Hewlêr û Zencanê de peymana têgihiştinê hate îmze kirin

Di navbera Hewlêr û Zencanê de peymana têgihiştinê hate îmze kirin

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Zencan a Îranê Seyîd Muhsên Sadiqî, îro 1ê Gulanê li Hewlêrê civiyan.

Piştî civîna şandên herdu parêzgehên Hewlêr û Zencanê peymana lihevkirina li ser xurtkirina têkiliyên giştî û tevgera bazirganî û aborî di navbera Hewlêrê û Zencanê de, hate îmzekirin.

Parêzgeha Hewlêrê lihevkirina ser Têgihiştina Hewlêr-Zencanê li gel çend çend wêneyan belav kir ku naveroka wê wiha eşkere kir:

Madeya yekem:

Herdu alî bi mebesta bihêzkirina hevkariyên teknolîjî û pîşesazî, nêrîn di derbarê rewşa aborî û bazirganî û guhertin di rênimayîyên anîn ziman.

madeya dûyem:

Herdu alî hevdu agahdar dikin li wan çalakiyên ku dikarin bazirganiyê navbera parêzgeha Hewlêr û Zencanê ber bi pêşve bibin.

Madeya sêyem:

Herdu alî dê alîkariya hev bikin di rêxistina şanda berpirsên parêzgehan bi mebesta hêsankariya hevkariyên bazirganî, geştiyarî, pîşesazî, xizmetguzariya teknîkî û endazyarî, tendirustî û wergirtina xwandekarên zanîngehê.

Madeya çarem:

Herdu alî dê di warê pêşangehan û pêşangehên navneteweyî û berbipêşve birina bazirganiyê de alîkar bin û piştevaniya endamên xwe bidin bo beşdarî kirina di wan boneyan de.

Madeya pêncem:

Herdu alî pêşxistina projeyên hevbeş, derfetên veberhênanê û feydeyên hevbeş teşwîq û piştgirî dikin.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.