Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser êrîşên Sehnaya û Ceramanayê daxuyanî da

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê êrîşên hêzên hikûmeta Şamê yên li dijî bajarokên Sehnaya û Ceramanayê yên li başûrê Şamê, ku piraniya niştecihên wan Durzî ne, bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyeke fermî de, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê daxwaza rawestandina pevçûnan kir û hişyarî da ku divê rê li ber dubarebûna komkujiyên mezhebî were girtin ku li peravên Sûriyeyê bi ser Elewiyan de pêk hatibûn. Her weha, bang li hikûmeta Şamê hate kirin ku êrîşên li dijî sivîlan, yên bi sedemên mezhebî, rawestîne.
Rêveberiya Xweser tekezî li ser çareserkirina nakokiyan a bi diyalogê kir, bi armanca avakirina sîstemeke demokratîk û piralî ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê temsîl bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çareseriyên leşkerî di dîroka Sûriyeyê de tu carî serkeftî nebûne, û rejîma Be’s mînakeke eşkere ya vê yekê ye.
Rêveberiyê di dawiyê de banga çareseriyeke domdar kir, ku sedemên pevçûn û dabeşbûnê ji holê rake, û rê li ber aştî û aramiyeke mayînde ya li Sûriyeyê veke.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.





