Serokê Durziyan rêvebiriya Şamê şihiband IŞİDê û daxwaza parastina navdewletî kir

PeyamaKurd – Serokê manewî yê Durziyên li Sûriyê Şêx Hikmet el-Hicrî rêvebiriya niha ya Sûriyê şuhiband IŞİDê û ji civaka navdewletî xwest ku hêzên aştiyê yên navdewletî wan biparêze û mudaxeleyê Şamê bike. Rêvebiriya Şamê jî ragihand ku mudaxeleya ji derve de wê bêhtir tevliheviyê û bêîstîqrariyê li Sûriyê çêbike.
Banga serokê Durziyan ket piştî şerê ku di navbera Durziyan û HTŞê de qewimî. Şerê navbera her dû terefan li bajarên Ceremana û Sehniyê qewimî bû. Sedema şer; hatibû gotin ku alimekî Durzî gora heqaretê li Hz. Muhammed kiriye, dengê wî hatiye qeydkirin û roja Sêşem û Çarşemê şerê navbera wan destpêkiribû.
Durzî red dikin ku tiştekî weha bûye û dibêjin dengê qeydkiriî HTŞê ji xwe re çêkiriye.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku di şerê navbera her dû terefan de 73 kes mirine. Li Ceremanê di roja Sêşem û Çarşemê di şer de 30 kes ji hêzên asayîşa Sûriyê û 15 Durzî û kesekî sîvîl hatiye kuştin.
Li bajarê Suweydayê roja Çarşemê 27 Durzî hatibûn kuştin ku 23 ji wan di rêya Suweydayê de, hêzên HTŞê ew xistibûn kemînê. Serokê Durziyan Hicrî got ku:
“Êdî em bi wan kesên ku dibêjin hukumetin baweriyê naynin, kiryarên li Ceremana û Sehniyê hat kirin li dijî xelkê aştîxwaze û êrîş ya komkujiyê ye. Ti hukumet di rêya kesên tekfîrkar yên girêdayê xwe de xelkê xwe nakuje û piştî komkujiyê kes nabêje ‘ev kesên ji rê derketine’ ne.
Bi sedema komkujiyên plankirî, divê hêzên aştiyê yên navdewletî yekser mudaxele bike, ber li sûcan bigre û berpirsiyarên wan bide rawestandin.”
Wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad Şeybanî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de li ser mijarê got:
“Sedem her çi be, daxwaza mudaxeleya derve, wê tevliheviyê û bêîstîqrarê çêbike. Kesên vê daxwazê dikin wê li hemberê dîrokê, di bin berpirsiyariya exlaqî û siyasî de bin. Mudaxeleya derve wê ne tenê bi herifandina demkî bimîne, wê bi deh salan ‘perçekirinê, qelsbûnê û kaosê bike.”
Îsraîlê ragihandibû ku wê zulma li ser Durziyan qebûl nekin û bi balafiran li HTŞê xistibû. Durziyên li Golanê (Colanê) di nav sînorê Îsraîlê de dimînin û êrîşa ser wan tê vateya êrîşa ser Îsraîlê.
Li aliyê dinê Durziyên li Lubnanê ku serpereştiya wan Welîd Canpolat dike, temamê Durziyan temsîl nake û daxwuyaniyên wî nîşan didin ku dijminahiyê bi Îrsaîlê re dike ku Ereb bavê wî Kemal Canpolat di salên 70yan de kuştibûn.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




