Mehmûd Abbas bo vemirandina şewata daristanan alavan şand Îsraîlê

Mehmûd Abbas bo vemirandina şewata daristanan alavan şand Îsraîlê

PeyamaKurd – Serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas teklîfê bo hukumeta Netenyahu kir da alavan û xebatkaran bişîne bo vemirandina agirê ku di daristanên Îsraîlê de derketine. Îsraîlê teklîfê qebûl kir û Abbas ji îtfaiya Fîlîstînê 20 xebatkar û 4 alavên vemirandina agir şand herêma şewatê.

Şewata li Îsraîlê li 6 deveran dewam dike. Li gor rojnama Yedioth Ahronothê 126 tîmên vemirandina agir mudaxeleyê vemirandina agir dikin.

Li ser banga Îsraîlê ya navdewletî Kibrisa Rûman û Yûnanistanê 8 balafirên vemirandina agir wê di nav rojê de bigihînin Îsraîlê.

Fon a Netewî ya Yahûdiyan ragihand ku heya niha 20 hezar donum arazî şewitiye.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.