Peyama Öcalan ya bo Sırrı Süreyya Önder

PeyamaKurd – Serokê PKKê Abdullah Öcalan di rêya heyeta Îmraliyê de peyama şîfayê bo parlementerê DEM Partiyê Sırrı Süreyya Önder şand û peyam li ber nexweşxana ku Önder lê ye, ji aliyê parlementera DEM Partiyê Parvin Buldan de k udi heyeta Îmraliyê de ye, hat xwendin. Öcalan di peyama xwe de got:
“Di kesayetiya wî de genên Anedolê çanda Anedolê ciyên xwe dîtin. Tişta em dibêjin aştî, genên Anedolê, adetên Turkmenan bidin jiyandin. Önder, di civakê de, di meclisê de û di kolanan de ew pêşbîniyên nerast şikand.
Ji ber nexweşîna wî jê re şîfayê dixwazim. Bo malbata wî, temamên dostên wî û hezkiriyên wî dibêjim derbasbûyî be. Xebata me bi Sırrı Süreyya Önder re 12 sal e. Girîngiya wî ev e: Ji Adıyamanêye (Semsûr) û eslê wî Turkmene û kesekî îdeale û adetên Baba Îshaq temsîl dike. Hewlên aştiyê dide civakê û pêşbîniyên civakê di şexsê xwe de karibû bişkêne. Ew jî kir. Pêşbîniyan di nav civakê de, di meclisê de û di kolanan de şikand.
Esas Önder yekî wehaye û esasê Turkmeniyê jî ev e: Nasnama herî baş ya aştiyê, çanda herî baş ya aştiyê. Ew, bi eksa ku dibêjin ‘em wan bikin dijmin û bi vî awayî siyasetê bikin’ e.
Çanda Önder ya di serkeftina li hemberê neyîniyan û îdara wan gelek girîng e. Bê ku kûr bibin, dikare wan pirsgirêkan bike awayekî erênî. Ez dibînim herkes diçe nexweşxanê û lê dipirse. Pêve girêdayîne û sedem jî ji ber hewlên aştiyê dixe nav pratîkê.
Car din jê re şîfayê dixwazim, bo malbat, hezkiroxên wî û temamê civakê dibêjim derbasbûyî be. Bila di zîtir wext de bi xwurtayî were nav me.”
Ev nivîs 178 car hatiye xwendin.




