BCF li Şamê nûnertiya xwe vedike

BCF li Şamê nûnertiya xwe vedike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di demeke nêzîk de, li paytexta Sûriye Şamê ofîsa xwe vedike.

Berpirsê doseya Efrînê yê BCFê Rewaj Hajî ragihand ku di demekê nêzîk ew ê nivîsgeha xwe li Şamê vekin û got: “Bi fermî me moleta karkirin ji hikûmeta Sûriyê wergirt, em ê bi fermî û di demeke nêzîkî de nivîsgeha xwe li Şamê vekin û alîkariyan pêşkêşî xelkê xwe bikin.”

Hajî diyar kir: “Em mizgîniyê didin Kurdên xwe li Şamê, bi taybet her de taxên Rukenedîn û Zorava, ku di demeke nêzîk de em ê li cem wan bin, û bê cudahî em ê alîkariyan pêşkêş bikin.”

Rewaj Hajî got, “Weke çawa em li Efrînê ne, em bi hêvî ne li deverên din ên Rojavayê Kurdistanê weke Qamişlo, Hesekê, Dêrikê jî hebin, û kar li ser vegerandina xelkê xwe bikin.”

Berpirsê doseya Efrînê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tekez kir, dema ew gihiştin Efrînê tenê 30% ji xelkê wê yê resen mabû lê îro 70% vegeriyane û bi hêvî ne li deverên din jî karekî wiha bikin û derfet vebe da ku li Qamişlo jî karê xwe bikin.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.