PKKê berpirsiyariya xwe ya êrîşa ser Pêşmerge ragihand

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) HPGê ragihand ku êrîşa bi dronan a ser xalên Pêşmerge ku 5 Pêşmerge hatibûn birîndarkirin ji aliyê wan ve hatiye encamdan.
PKKê berpirsyarîya xwe ya her du êrîşên li ser Pêşmegeyan li Duhokê ragihand ku rojên Duşem û Sêşemê li ser bingeheke Pêşmerge hatibû kirin.
Di daxuyaniya HPGê de hinceta êrîşan jî wekî damezrandina xaleke nû ya Pêşmerge hatiye nîşandan û hatiye îdiakirin ku Pêşmerge hewl daye bingeheke leşkerî li xaleke stratejîk a şerê wan û Hêzên Çekdarên Tirkiyê ava bike.
Herwiha heman rêxistinê gotiye, wan ew êrîş bi awayekî sivikî bo hişyariyê li ser Pêşmerge pêk aniye.
Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê roja Sêşemê ragihandibû, “Komeke terorsitî di du êrîşên cuda de bi dronê bingehên Pêşmergeyan li sînorê parêzgeha Duhokê kiriye armanc û di encamê de 5 Pêşmerge birîndar bûn, lê rewşa birîndaran baş e û Pêşmerge amade ne bi îradeyeke polayî bersingên her plan û êrîşeke nehezan bigirin.”
Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê dabû zanîn, “Hin alî û kom bizavê dikin ku proseya aştî û seqamgiriyê li deverê têk bidin.”
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




