Artêsa Îsraîlê êrîsî Lubnanê kir!

Artêsa Îsraîlê êrîsî Lubnanê kir!

PeyamaKurd - Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Lubnanê zêde kiriye û hikûmetê bi "neçekkirina Hizbullahê" tawanbar kiriye. Di êrîşeke bi droneyan a artêşa Îsraîlê li ser wesayîtekê li parêzgeha Nebatiye ya başûrê Lubnanê de, çar kes hatine kuştin û sê kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku artêşa Îsraîlê wê êrîşên xwe yên li ser Hizbullahê li başûrê Lubnanê zêde bike.

Katz diyar kir, "Divê hikûmeta Lubnanê erkê xwe yê bêçekkirina Hizbullahê û derxistina wê ji başûrê Lubnanê bi cîh bîne. Hizbullah bi agir dilîze," û Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun bi "rawestandinê" tawanbar kir. Serokwezîrê Misrê Mustafa Medbouli, ku li Qahîreyê bi hevtayê xwe yê Lubnanî Newaf Selam re civiya, got ku divê Îsraîl ji pênc girên ku li başûrê Lubnanê dagir kiriye vekişe.

Îsraîl ku bi sedan caran agirbesta ku di Mijdara 2024an de bi Lubnanê re hatibû îmzekirin binpê kiriye, di demên dawî de êrîşên xwe yên li ser başûrê welêt zêde kiriye û îdia dike ku Hizbullah, ku di şerê dawî de qels bûbû, hewl dide ku hêza xwe ji nû ve ava bike.

Ev nivîs 14 car hatiye xwendin.