Artêşa Îsraîlê bi 18 wesayîtên leşkerî kete Dera ya Sûriyê

Artêşa Îsraîlê bi 18 wesayîtên leşkerî kete Dera ya Sûriyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Artêşa Îsraîlê îro 14ê îlonê roja Yekşemê bi 18 wesayîtên leşkerî kete gundewarê rojavayê Derayê û li gundên Seysûn û Cemleyê operasyonên kontrol û serdegirtinê pêk anîn.

Hate diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li gundê Seysûnê bi ser malan de girtin û li çekan geriyan.

Hêzên Îsraîlê ku hebûna xwe li başûrê Sûriyeyê xurt dikin, li Quneytîrayê 9 baregeh û xalên leşkerî ava kirine û li Cebl El Şêx jî dest danîn ser 5 xalên stratejîk.

Hêjayî gotinê ye, çend meh in hêzên Îsraîlê dikevin nav axa Sûriyeyê û operasyonan dikin.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.