Piştî daxuyaniyên Netanyahû siberoja lîderên Hemasê nediyar e

PeyamaKurd- Piştî êrîşa Dohayê û daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ku dibêje, ew dê serkirdeyên Hemasê her li kîjan welatî bin tune bikin, siberoja wan ketiye xetereyê.
Rojnameya Şerq El Ewset nivîsek bi sernavê, "Piştî êrîşa dijî Dohayê çi cihên ewle yên serkirdeyên Hemasê hene?" belav kir.
Rojnameyê diyar kir ku "Heta vê kêliyê nayê zanîn ku wê serkirdeyên tevgerê li ku bi cih bibin an wê biçin dewletên din, an wê li Qeterê bimînin an jî dibe ku cihekî din ku ewletir dibînin hilbijêrin."
Li gorî çavkaniyên rojnameyê, hin serkirdeyên tevgerê yên bibandor dibe ku berê xwe bidin dewletên weke Cezayîr an jî Morîtanyayê.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




