Artêşa Îsraîlê fermana hilweşandina 106 xaniyên Filistîniyan li Şerîaya Rojava da

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê biryar da ku li kampên penaberan ên Nur Şems û Tulkerîmê yên li bakurê Şerîaya Rojava bi tevahî 106 avahî hilweşîne. Di daxuyaniya artêşê de, nexşeyek hat weşandin ku avahiyên ku biryar hatiye dayîn werin hilweşandin nîşan dide û ev avahî bi nîşanên sor hatine nîşankirin.
Hat ragihandin ku Avi Blut, fermandarê leşkerî yê Îsraîlê li Şerîaya Rojava, fermana hilweşandina van avahiyan bi tevahî ji ber sedemên leşkerî daye. Hat ragihandin ku operasyonên hilweşandinê wê di nav 24 demjimêran de piştî biryara ku di 1ê Gulanê de hatiye girtin dest pê bikin.
Parêzgarê Tulkerîmê Abdullah Kemil, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî X de, ji civaka navneteweyî xwest ku bi lezgînî mudaxele bike. Kemil got ku Îsraîl plan dike ku 58 avahiyan li kampa Tulkerîm û 48 avahiyan li kampa Nur Şems hilweşîne û tenê wê destûr bê dayîn ku niştecihên avahiyan berî hilweşandinê eşyayên xwe bibin.
Parêzgar Kemil tekez kir ku xelkê herêmê bi awayekî sîstematîk neçarî koçberiyê hatine kirin û malên wan hatine wêrankirin û şewitandin.
Artêşa Îsraîlê di êrîşa zêdetirî 100 rojan de li bakurê Şerîaya Rojava wêraniyeke berfireh kiriye, bi dehan Filistînî kuştine û bi hezaran kes jî koçber kirine. Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de, serdegirtin, desteserkirin û êrîş li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat zêde bûn.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.




