Artêşa Îsraîlê: Me 6 komandoyên Hemasê kuştin

Artêşa Îsraîlê: Me 6 komandoyên Hemasê kuştin

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê û Shin Bet ragihandin ku şeş "komandoyên deryayî" yên payebilind ên Hemasê di rêze operasyonan de li Xezeyê hatine kuştin.

Li gorî rojnameya Times of Israelê, di êrîşa li ser Xezeyê de, ku di nîvê meha Gulanê de dest pê kir, fermandarên deryayî yên Hemasê bûne hedef. Artêşê got ku operasyon ji aliyê Hêzên Deryayî yên Îsraîlê, Rêveberiya Îstîxbaratê, Fermandariya Başûr a artêşê û Servîsa Ewlekariya Giştî (Shin Bet) ve hatine birêvebirin.

Artêşê got ku endamên Hemasê "êrîşên deryayî yên sofîstîke li dijî leşker û sivîlên Îsraîlî pêk anîn, û hin ji wan di plansazkirina êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan de beşdar bûn."

Artêşa Îsraîlê got ku kesên ku hatine kuştin ev in: "Remzî Selah, fermandarê hêzên deryayî li bakurê Xezeyê; Cemal el-Baba, fermandarê hêzên deryayî li navenda Xezeyê; Ratib Ebû Suheyban, fermandarê hêzên deryayî li bajarê Xezeyê; Omer Ebû Celala, fermandarê hêzên deryayî li Xan Yûnis; Mihemed Qişta, fermandarê hêzên deryayî li Refahê; û Ehmed Elî, cîgirê Xelîfe Ebû Suheyban wek fermandarê hêzên deryayî li bajarê Xezeyê."

Artêşê piştrast kir ku wan operasyonek li dijî hêzên deryayî yên Hemasê daye destpêkirin û ji bo "bêbandorkirina gelek hedefan, di nav de keştîyên deryayî, depoyên çekan û alavên din ên şer" dixebite.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Salah di destpêka vê mehê de di êrîşeke asmanî de ya li ser kafeyekê hatiye kuştin ku di pê re 24 kesên din jî hatine kuştin.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.