Çekên PKKyê wê di Şikefta Casenê de werin parastin

PeyamaKurd – PKKyê di çarçoveya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan de duh (11ê Tîrmehê) dest bi pêvajoya danîna çekan kir.
Di çarçoveya bangewaziya vîdyoyî ya 9ê Tîrmehê de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, komeke ji 30 kesan pêk dihat, ku Hevseroka Konseya Hevserokatiya KCKyê Besê Hozat jî di nav de bû, li Şikefta Casenê ya li gundê Surdaşê yê navçeya Dukanê ya Silêmaniyê merasimek li dar xistin û çekên xwe şewitandin.
Rêveberê Muzexaneya Ewlekariya Neteweyî ya Silêmaniyê, Ako Xerîb ragihand ku çekên ku hatine şewitandin wê li Şikefta Casene werin hilanîn.
Xerîb got, "Biryar hat dayîn ku çekên şewitandî ji bo pêşandan û parastinê bibin Muzexaneya Neteweyî ya Emnê Sureke. Lê ev biryar paşê hat guhertin. Li gorî biryarê, çekên ku hatine şewitandin dê li cihê ku lê hatine şewitandin, ango li Şikefta Casenê, werin parastin. Sibê, di 12ê Tîrmehê de, dê prosedurek were destnîşankirin da ku cîhek taybetî ji bo parastina çekan were destnîşankirin, û dê biryarek were dayîn li ser wê yekê ka ew ê çawa werin parastin."
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.




