Umêd Xoşnaw: Zêdetirî 200 gundên Hewlêrê ji ber PKKyê ziyan dîtine

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derfetekî baş e ji bo ji nû ve avakirina deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û gundên ku zirar dîtine, da ku jiyan li wan ji nû ve dest pê bike.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re got: "Ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê nêzîkî 200 gundên bi ser parêzgeha Hewlêrê ve hatine valakirin û zirar dîtine, ku piraniya wan cîhên geştyariyê yên pir giring in, beşek ji wan jî herêmên giring ên çandiniyê û ne ku wek embarên zexîreyê tên naskirin."
Xoşnaw got:
"Ger ev dever werin vejandin, zexta li ser navendên bajaran dê kêm bibe û dê koçberiya berevajî ji bajêr ber bi gund ve çêbibe. Di 30 salên borî de bi sedan mirovên bêguneh ji şeran hatine kuştin ku sivîl bûn."
Parêzgarê Hewlêrê diyar kir: "Ger biryara PKKyê were bicîhanîn û tu gef li ser nîştecihan tine be, em ê hemû hewla xwe bidin da ku van deveran ji nû ve ava bikin û gundiyan vegerînin û xizmeta wan bikin û jiyan dê vegere van deveran, ku ji ber şer wêran bûbûn. Lê encamên şer jî hene ku dê demek lê biçe ji bo ku dever ji teqemeniyê bên paqijkirin bi dû re jî herêm dê ji nû ve bê avakirin.”
Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.




