PDKê civîna parlementoya Iraqê ya roja Şemiyê boykot kir

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi sedema arîşeyên mehaneyên xebatkarên Kurdistanê û petrola Kurdistanê civîna roja Şemiyê ya parlementoya Iraqê boykot kir. Erbîlê 48 seetan wext dabû Bexdayê lê heya niha ti encam nedaye. Partiyên din yên Kurdistanê xwestin krîza navbera her dû payîtextan bixin rojevê lê Ereb daxwazê di parlementoyê de red kirin.
Polîtburoya PDKê di bin serokatiya Mesûd Barzanî de li Pîrmamê civiya û ji bo çareseriyê li stratejiyekî nû digerin. Hukumeta Iraqê plan dike ku komîteyekî ava bike da mehaneya mehekî bide Kurdistanê û arîşeyan çareser bike.
Li gor agahiya The New Regionê; hukumeta Herêma Kurdistanê agahiyê daye DYAyê ku 48 seet wext dane Bexdayê û eger di wextê de ti bersivê nede wê li çareyekî dinê bigere.
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nuri el-Maliki, Çarçova Koordînasyonê û Rêxisitna Bedirê ji bo serok Barzanî name şandine da ji pêvajoya siyasî venekişin û bi sebir bin. Hem wê hukumeta Iraqê dê bixebite da di hefta bê de bo yek mehekî mehaneyan bişîne Kurdistanê
Li dora 70 parlementer ji bo krîza mehaneyan û petrola Kurdistanê bixe rojevê daxwazname da parlementoyê lê cîgirê serokê parlementoyê Muhsin el-Mendelavi daxwazê red kir. Li hemberê daxwazê îznê da ku parlementerên YNKê, Nesla Nû, Yekgirtûya Îslamî û Grûba Edaletê mijarê bixin rojevê.
Civîn roja Şemiyê an ku îro qediya û dibe roja Duşemê dewam bike. Serokwezîr Muhammed Şiya Sudani ferman da ku roja Seşemê komîteyekî ava bikin da arîşeyan çareser bikin. Bende ne ku komîsyon reşbelekên Hukumeta Kurdistanê û ya Bexdayê vekolin û bi terefan re hevdîtin bikin û pêşniyara xwe bidin encumena wezîran.
Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani roja Şemiyê ragihand ku li ser maddeyên peymanê li hev kirine lê Erbîl daxwaz kiriye ku 65 hezar varêl petrol bidin Kurdistanê û Bexda gotiye ku dikarin 46 hezar varêl bidin ku ev miqdar pêdiviya Herêma Kurdistanê ye.
Wezareta darayî ya Iraqê bertekê nîşan da ku çawa nedana mehaneyan ji aliyê xelkê Kurdistanê û rayedaran de biryarekî siyasî tê binavkirin. Wezaret dibêje ku Herêma Kurdistanê ji budçe ya salane zêdetir pere sitendiye û heya dawiya salê wê pere neşînin Kurdistanê.
Li ser vê biryarê, hukumeta Kurdistanê û xebatkar li ser biryara hukumeta federal dozê birin Dadgeha Federal ya Iraqê.
Esas biryara Bexdayê li ser peymana ku serokwezîrê Hukumeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî çawa bi şîrketên petrolê yên Amerîkayê re peyman îmza kiriye, Bexdayê aciz dike û Bexda dibêje ku erka Kurdistanê tine da bi şîrketan re peymanê îmza bike.
Lê di destûrê de xalekî weha tine ku Kurdistan nikare bi şîrketan re peyman îmza bike û Bexda dixwaze Kurdistanê bi van kiryarên xwe qels bike.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




