Tayip Erdoğan bi Sûdanî re di rêya telefonê de axifî

Tayip Erdoğan bi Sûdanî re di rêya telefonê de axifî

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya es-Sudani re axifî. Serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê li ser axaftina her dû lîderan ragihand ku di axaftinê de li ser têkiliyên navbera Iraqê û Tirkiyê, li ser mijarên herêmê û li ser mijarên navdewletî axifîne.

Erdoğan ji bo Sûdanî ragihandiye ku pêvajoya Tirkiya bêteror bi hezir dimeşe, hedefa Tirkiyê ew e ku li herêmê şiddet nemîne û kesên li dijî mijarê rawestin wê ji bo wan amade bin.

Her dû lîder her weha li ser proja ‘Rêya Geşepêdanê’ û di sehayên din de hevkariyên ku hene wê têkiliyên xwe li ser wan sehayan bimeşînin.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.