Îran amadeye ji bo muzakereyên nuklerî yên bi Amerîkayê re

Îran amadeye ji bo muzakereyên nuklerî yên bi Amerîkayê re

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Erakçi ragihand ku Îran amade ye muzekereyên bernama nuklerî bike lê wê dest ji dewlemendkirina ûranyûmê bernedin. Îran ji bo hevdîtin bibin garantiyên ji dil dixwazin.

Erakçi, li Tehranê di civîna ku nûnerên dîplomatîk û balyozên welatên biyanî amade bûn de axifî. Li ser êrîşên DYA û Îsraîlê yên ser tesînên nuklerî Erakçi got:

“Em xemgînin ku serokê giştî ye Ajansa Atomî ya Navdewletî (Rafael Grossi) êrîşan şermezar nekiriye. Rastî ev e ku di êrîşan de tesîsên Îranê xesarên baş dîne û ya girîngtir peymana berlêgirtina belavbûna çekên nuklerî û hûqûqa navdewletî ket ber êrîşan û zerarê dîtin.”

Erakçi got ku tevî biryara meclisê û ku hukumet hevkariya bi ajansa atomî ya navdewletî re rawestandiye jî û mufettîş terka Îranê kirine, hevkariya bi ajansê re ranewestiyaye. Wezîr got:

“Li gor qewimandin û guhertinên ku bûne, ji îro û pê de li gor qanûnên meclisê, xebatên bi ajansê re wê di rêya Konseya Bilind ya Ewlehiya Netewî ya Îranê de bên meşandin û daxwazên ajansê li gor berjewendiyên Îranê wê yek bi yek bên lêkolîn, rave kirin û bersivdan.”

Li ser îhtîmala destpêkirina muzakereyan Erakçi got ku ew amade ne bi DYA re muzakereyan bidin destpêkirin û îro wexta wê ye. Erakçi got:

“Îran bi berxwedanê ji şer serdest derket. Serdestê ku ala wê bilinde ji ti hevdîtinekî natirse. Ji bo muzakereyê wexta herî baş ku mirov ji şer serdest derkeve ye.”

Wezîr got ku di rêya navbeynkaran de peyam ji wan re çûne da dest bi muzakereyan bikin lê Îran garantî kiriye ku mudaxeleyên leşkerî nebin û wan şertan di ber çav de derbas dikin.

Wezîr got ku di muzakereyan de wê qebûl nekin ku nehêlin ûranyûmê dewlemend bikin, wê Îran çekên nuklerî hilneberîne û li hemberê dewlemendkirina Ûranyûmê divê dorpêçên ser Îranê rakin.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.