95 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlan re derbas dibin

PeyamaKurd – Îro di ser komkujiya Geliyê Zîlan re 95 sal derbas dibin ku tê de bi hezaran jin, zarok û sivîlên Kurd ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin qetilkirin.
Geliyê Zîlan li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.
Di dema tevgera neteweyî ya Agiriyê de ya bi pêşengiya Rêxistina Xoybûnê di Tîrmeha sala 1930î de, 44 gundên Geliyê Zîlan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin şewitandin. Herwiha nîştecihên sivîl ên wan gundan jî bi girseyî hatin qetilkirin.
Komkujiya Geliyê Zîlan di bin fermandariya Salih Omurtak, Fermandarê Artêşa 9emîn a Tirkiyeyê ve hat kirin.
Li gorî şahidên komkujiyê û wêneyên ku ji komkujiyê hatine belavkirin, artêşa Tirkiyeyê zikê jinên ducanî qelaştin û pitikên di malzarokên wan de derxistin, herwiha mirov bi hev girêdan û ew gulebaran kirin.
Di 12-13yê Tîrmeha 1930î de li navçeya Erdîşê ya Wanê li Geliyê Zîlan de bi 10 hezaran Kurd hatin qetilkirin.
Tevî gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesî, Bunizî, Pelex û Kerxê, 44 gund hatin şewitandin û Kurdên ku ji komkujiyê xelas bûn, hatin sirgûnkirin.
Tê texmînkirin di Komkujiya Geliyê Zîlanê de, herî hindik 15.000 Kurd hatin kuştin ku di nav wan de gelek zarok, jin, kal û pîr jî hebûn.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




