Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji bilî xalekê, me bi Herêma Kurdistanê re li hev kiriye

Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji bilî xalekê, me bi Herêma Kurdistanê re li hev kiriye

PeyamaKurd – Wezîra Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ji ajansa nûçeyan a Iraqê Waîê re got:

"Me gelek nîqaşên berfireh li ser bicîhanîna qanûna budceyê kirin. Herweha nûjenkirin û sererastkirina yasaya budceyê jî hatiye kirin ku 16 dolar wek xercê berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê hatiye danîn.’’

Wî îfade kir ku "Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal pêşniyar kiriye ku 46 hezar bermîl petrol di rojê de ji bo parûzandin û xerckirina navxweyî were destnîşankirin, lê Herêma Kurdistanê niha 65 hezar bermîlan dixwaze. Ji bilî vê xalê li ser piraniya xalan li hev kirin pêk hatiye."

Lêbelê, li ser vê mijarê nûnerekî di şandeya danûstandinê ya Kurdistanê de ji BasNewsê re got: Pêdiviya rojane ya Herêma Kurdistanê 150 hezar bermîl petrol e. Me pêşî 150 hezar bermîl xwest, lê wan red kir. Piştre me kir 100 hezar bermîl dîsa razî nebûn, niha em daxwaza 65 hezar bermîlan dikin razî nabin, ew 45 hezar bermîlên ku dibêjin jî bi hin mercên gelek giran ve didin, ku nehiştina Herêma Kurdistanê ye. Ji bo wê jî givaşên hene siyasî ne û peywendiya wan bi hejmar û data û pirsgirêkên yasayî û îdarî ve tune ye."

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.