Erdogan: Bazarek di pêvajoyê de tune

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan derbarê çekdanîna komeke endamên PKKyê de û li navçeya Kizilcahamamê ya Enqereyê got, "Ev pêvajo ne encama bazarekê ye."
Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan di 32yemîn Civîna Şêwirmendî û Nirxandinê ya AK Partiyê de axivî.
Erdogan got, "Ji 15 Tebaxê 1984an rêxistina terorê yekem çalakiya xwe pêk anî ji vê dîrokê vir ve nêzî 10 hezar hêzên ewlekariyê û 50 hezar welatiyên me jiyana xwe ji dest da. Di 1984an de piştî çalakiya yekem a rêxistina terorê li Tirkiyê teror her bilind bû her hikûmeta ku got ez ê terorê bi dawî bikim lê nehat bidawîkirin."
Di axaftina xwe de Erdogan da diyarkirin ku hin sepanên şaş ên dewletê jî pirsgirêk mezintir kirine û wiha pê de çû:
"Hin sepanên şaş ên dewletê jî rê dan vê yekê. Torosên spî, Girtîgeha Diyarbekirê, gundên hatine şewitandin, dayikên ku bi zarokên xwe re nikarîbûn bi Kurdî biaxivin li şûna bidawîkirina terorê, ew mezin kir."
Erdogan anî zimên ku "Ji 3yê Mijdar 2002yan û vir ve me li ser terorê dest bi xebatê kir, me tedbîr girtin da ku rêxistina terorê gelê me ji dewletê cuda neke û li hember metirsiya terorê me bi reformên ‘wek şoreşa bêdeng’ pêk anîn.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




