Avahî hilweşiya: 5 mirî û 24 birîndar hene

Avahî hilweşiya: 5 mirî û 24 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Pradeşê li  bajarê Lucknowê di encama hilweşîna avahiyekî de 5 kes mirin û 24 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê lêgerîn û rizgarkirina kesan dewam dike.

Li gor nûçeya di kanala Hindistanê ya TVyê ya bi navê NDTV; li Lucknowê xaniyekî 3 qat hilweşiyaye. Li gor ragihandinê avahî wekî antrepo dihat bikaranîn.

Sedema hilweşîna avahiyê nehat ragihandin.