Di kovara New Yorkerê de, ji aliyê Adam Entous de bi navê “Nîzama nû ya dinyayê ya Trumpî” raporeka lêkolînê hat belavkirin. Li gor raporê bi alîkariya Trump, Îsraîl û Erebistana Si’ûdiyê li pêşiya planeka Rojhilata Navîn in…
Rêvebiriya Trump, di van rojan de dixwaze têkiliyên Îsraîlê yên nêz, bi prensê Erebistanê bi Muhammed bîn Selman re û bi prensê Abû Dabiyê bi Muhammed Bîn Zayid el-Neyhan re deyne. Dixwaze zorê bide Fîlîstînê da bi peymaneka ku ne di berjewendiyên wan de ye bike da karibe Îranê bixe hedefa xwe û di Rojhilata Navîn de planeka nû çêbike.
Trump heyranê Netenyahû ye
Di meha hezîranê de lêkolînek ji aliyê Adam Entous ve di kovara New Yorkerê de hat belavkirin ku tê de dibêje serokên gênc yên welatên kendavê bi desteka Îsraîlê û Amerîkayê desthilatiya xwe zêde kirin. Li gor serokên berê yên Amerîkayê Donald Trump, bo serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû heyraniya wî heye û xwediyê hilbijêrên layangirên Îsraîlê ye.
Piştî mirina qralê Si’ûdî El Si’ûd, tewrê li hemberê Fîlîstînê guhirî
Li gor vê raporê; piştî mirina qralê Erebistanê Abdullah Bîn Abdulezîz El Si’ûd li hemberê Fîlîstînê tevgerên Si’ûdî bi temamî guhirîn. Bîn Selman, bi Bîn Zayîd re di mijara ku Îsraîl Îranê têkbibe de, di heman fikrê de bû. Bo bicîhanîna vê fikrê divê dawî li mijara Fîlîstînê bianiya û bi Îsraîlê re têkiliyên zelaltir daniya.
“Ti carê Îsraîl me hembêz nekir”
Li gor Entousê; bîn Selman bo rêvebirên Amerîkayê yên Riyad û Washingtonê got: “Ti carê Îsraîl me hembêz nekir û dijminekî me yê hevpar heye.” Hetta got ku dixwaze bi Îsraîlê re pêwendiyên baş deyne û rêvebiriya Fîlîstîniyê rexne kir.
Li gor raporê pêwendiyên navbera Emaratan û Îsraîlê berya ku Trump bibe serokê Amerîka destpêkir. Obama ber bi dawiya serokatiya xwe fêr bû ku Emarat bi Îsraîlê re li Kibrisê civînên bi dizî kirine û Netenyahû bi xwe tevlî civîneka wan bûye. Li gor çavkaniyan; civîna wan bo rabûna li dijî îmzekirina peymana nukleerî ya bi Îranê re hatibû kirin û her dû alî jî di babeta hevdîtinan de agahî nedan Amerîkayê.
Xebatkarekî wezareta karê derve ya Amerîkayê bo Entousê got: “Derew dikirin. Ger bixwazin ji xelkê veşêrin tiştekiye û goya hevkarê her dû dewletan yê herî nêz ji Amerîkayê veşêrin, tişteka dinê ye.”
Serokê Amerîkayê Barack Obama û qralê Erebistanê Abdullah Bîn Abdulazîz xwestibûn “komîteyeka aştiyê” deynin. Wê demê qralê Erebistana Si’ûdiyê xwestibû ku bi şertê Îsraîl vekişe sînorê xwe yê berya 1967an û dewletên Ereban Îsraîlê nasbikin.
Obama ji qralê Si’ûdiyê pirsîbû bê dixwaze bi Netenyahû re hevdîtinekî bike an na. Qral bersiva Obama weha dabû: “Qet nabe û Erebistan dewleta herî dawiye ku bi Îsraîlê re li hev were.”
Ne cara yekem bû ku Emarat xwe nêzî Îsraîlê kiribû. Li gor rapora hat belavkirin, Emarat bi dizî ji Îsraîlê xwestibû ku ji wan re dronan temîn bike. Paşî bo Amerîka nexeyîde, rêvebirên Îsraîlê li hemberê vê yekê derketin. Hukumeta Obamayê di wê demê de qebûl nedikir ku dronan bifroşe Emaratan.
Bîn Zayîd bi grûba Trump re hevdîtineka bi dizî çêkir
Lê piştî Trump hat serî, ev pêvajo bilez meşiya. Di sala 2016an de piştî hilbijartina Amerîka, Bîn Zayîd çû New Yorkê û bi tîma nêzî Trump re, bi Jared Kushner, Steve Bannon û Michael Flynn re, di otêla Four Seasons de, hevdîtineka bi dizî kir. Li gor gotinan Bîn Zayîd bo şêwirmendên Trump gotiye ku ew bi Erebistana Si’ûdî re amade ne ku dest bidin destê Amerîka û zorê bidin ser Îranê û di herêmê de arîşeya bingehîn ne Îsraîle.
Hevkariya stratejîk ya Rojhilata Navîn
Di gulana 2017an de Trump bi mezinên Ereban re li Riyadê hat cem hev û Kushner, bi Bîn Selman re li ser planeka bi navê “Hevkariya stratejîk ya Rojhilata Navîn” li hev kir. Li gor raporê Îsraîl bi bê dengî dibû hevkarê vê planê. Bîn Selman jî bo çareserkirina mijara Fîlîstînê soz da wê zorê bida ser Fîlîstînê. Trump jî wê Îsraîliyan razî bikira.
Hevkariyên kûr
Li gor raporê Netenyahû hêvî dike ku di rojên dawiyê de, çawa Amerîka dixwaze welatên Kendavê bi Îran û dijminên din yên di herêmê de, di navbera wan de têkiliyan deyne û Îsraîl karibe erê bike. Li gor fikra rêvbirekî Fîlîstînî ku nêzî serokê dewleta Fîlîstînê Mehmûd Abbas e dibêje; di navbera Fîlîstîn û dewletên kendavê de perçebûneka weha, bo Fîlîstînê “tam kabûsekiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin