Berpirsê Pakistanî: 50 hezar welatiyên me yên çûne Iraqê wenda ne

Berpirsê Pakistanî: 50 hezar welatiyên me yên çûne Iraqê wenda ne

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku 50 hezar Pakistaniyên ku ji bo beşdarî merasima Aşûrayê bibin çûne Iraqê wenda bûne, ji rayedarên Iraqî jî hat xwestin ku derbarê mijarê de lêkolînê bikin.

Ji gelek welatan bi hezaran welatî bi vîzeya bêpere ji bo beşdarî merasîmên Aşûrayê bibin serdana Iraqê kirin.

Rayedarekî Pakistanî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku 50 hezar Pakistaniyên ku ji bo beşdarî merasîma Aşûrayê bibin çûne Iraqê wenda bûne.

Rayedar herwiha daxwaza lêkolînê ji aliyê Hikûmeta Iraqê jî kir.

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî yê Iraqê Ehmed Esedî di daxuyaniya xwe ya ewil de derbarê mijarê de got, "Em ê derbarê 50 hezar tûrîstên Pakistanî de lêkolînan bikin û derbarê wan de tedbîrên qanûnî bimeşînin."

Wezîr Esedî dilgiraniya xwe ji zêdebûna hejmara karkerên neqanûnî li welat nîşan da û got ku ev diyarde eê bandoreke neyînî li ser aboriya niştimanî û reqabetê li bazara Iraqê bike.

Ehmed Esedî balkişand li ser wê yekê ku Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Iraqê wê hemû tedbîran werbigire ji bo dîtina karkerên neyasayî û destpêkirina kiryarên yasayî li dijî wan, Ehmed Esedî daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina sînoran ji geştiyarên neyasayî û karkerên neyasayî werbigirin.