Tayip Erdoğan: Zabitan, ji kê re şûran kişand?

Tayip Erdoğan: Zabitan, ji kê re şûran kişand?

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di ‘kurultaya 21em Îmam-Xetîban’ de axifî. Axaftina Erdoğan gelek tund bû û li ser mijara di wexta derçûna Dibistana Herbê ya Bejayiyê de ku li ser zankoya wezareta parastinê ye, dema mersaima derçûna wan de şûrên xwe kişandibûn. Mijarê Erdoğan gelek aciz kir û weha got:

“ Di merasima derçûnê de hinek kesên ku îstîsmaran dikin derketine ortê. Şûran dikşînin. Hun van şûran ji kê re dikşînin? Niha li ser mijarê, lêkolînên pêwsit tên kirin. Li wê derê çend kesên xwe nizanin an xqwe nasnakin, hene em ê bi îzna Xwedê wan ji wê derê paqij bikin.

Em, ne bi rihetî hatin vê derê. Dibe 30 kes bin an 50 kes bin, çend kes dibin bila bibin, nabe ku van kesan di nav artêşa me de bimînin. Em ê wan ji artêşê bavêjin. Me bi zankoya xwe re, bi fermandariya hêzên bejayiyê re û bi wezareta bergiriyê re hevdîtinan kir. Em ê wan ji nav artêşê dûr bixin.”