Serokê îstîxbarata Brîtanya yê M16: Îhtîmal heye Îran ji Îsraîlê tolê hilde

Serokê îstîxbarata Brîtanya yê M16: Îhtîmal heye Îran ji Îsraîlê tolê hilde

PeyamaKurd – Serokê îstîxbarata derve yê Îngîltere yê M16ê Richard Moore ragihand ku ew bi gumane ku Îran tola xwe ji Îsraîlê hilde û îhtîmalekî weha heye. Moore got ku divê Îran ji bo tiştekî weha, bi hezir tevbigere. Richard Moore daxwuyaniya xwe di ahengekî li Londrayê de ragihand û weha got:

“Ez gumanê dikim ku Îran li Îsraîlê mîsîlleme bike an ceribandinekî bike. Nabe em li hemberê kiryarên weha yên Îranê xwe kerr bikin.”

Axaftina Moore li ser kuştina serokê Hamasê Îsmaîl Haniye hat gotin ku Îsraîlê li Îranê, di dema merasima sondxwarina serokê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan de, di mala ku jê re veqetandibûn de, bi toketê hatibû kuştin. Li ser mijarê Îran her dixwaze tola xwe hilde.