Di galeriya komurê ya qaçax de karkerekî can da

Di galeriya komurê ya qaçax de karkerekî can da

PeyamaKurd – Li bajarê Derya Reş di galeriya komurê de ku îzna wê ya xebatê tine, bi sedema hilweşîna esmanê galeryayê karkerekî jiyana xwe ji dest da.

Li gor ragihandinê li taxa Dîlaverê dema galerî an ku ocax roxiya, kesê bi navê Hasan Yılmaz (51) di bin axê de ma. Li ser bûyerê tîmên TTK, AFAD, Polis, cendirme û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Piştî xebata tîman, cenazê Yılmaz ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Ataturkê.