Li Vîetnamê bobelata ‘Super Tayfun Yagi’ bû sedema mirina 4 kesan

Li Vîetnamê bobelata ‘Super Tayfun Yagi’ bû sedema mirina 4 kesan

PeyamaKurd -  Li Vîetnamê bobelata (Felaketa) Super Tayfun Yagi bû sedema mirina 4 kesan û birîndarbûna 74 kesan. Li 12 bajarên bakûrê Vîetnamê dibistanan tatîl kirin.

Di encama Tayfunê de bayê xwurt çêbû û di qezayan de li eyaleta Quang Ninh 3 kes, li bajarê Hai Duongê jî kesekî mir û 74 kes birîndar bûn.

Navenda Hişyariya Tropikal ya Hint-Pasifikê ragihand ku Tayfun bûye sedema bayê ku di seetê de 203 km leza wê ye.

Li payîtext Hanoiyê ba ya ku molozan rakiriye, di erebe û avahiyan de xesarê kiriye, têlên elektrîkê xistiye erdê û xelk bê elektrîk maye. Li bakûrê Vietnamê li 4 balafirgehan balafir nedanîne û ranebûne.

Li bajarên peravên deryayê 50 hezar kes tehliye kirine. Rayedar dibêjin ku kes ji xaniyên xwe dernê derve.

Li payîtext Hanoiyê û li 12 bajarên bakûrê Vietnamê dibistan hatin tatîlkirin.