Li ser gotina wezîrê Îsraîlê, wezareta karên derve ya Tirkiyê bersiv da

Li ser gotina wezîrê Îsraîlê, wezareta karên derve ya Tirkiyê bersiv da

PeyamaKurd – Wezîrê Îsraîlê yê karên derve Yisrael Katz, di ser hesabê xwe yê medya civakî de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan kiribû hedefa xwe û weha gotibû:

“Erdoğan, gelê Tirk ji ber hevalên xwe yên Hamasê davêje nav agirê nefret û şiddetê. Erdoğan, ji welatên Îslamê re dibêje bila li hemberê Îsraîla ku dixwaze welatên herêmê îşxal bike, hevkariyên bikin. Helbet ev tewan derewe. Di daxwuyaniyê de, tenê dixwaze xelkê bera hev bide.

Îsraîl, sînor û hemwelatiyên xwe li hemberê kujerên Hamasê û tecawizkaran û li hemberê Şîa ku serpereştiya wan Îran dike, diparêze.

Erdoğan û Birayên Misilman (Îxwan) bi salaye bi Îranê re dixebitin û rêvebiriyên nerm yên Rojhilata Navîn bêîstîqrar dikin. Ya baş çiye? Bila Erdoğan dengê xwe bibire û şerm bike.”

Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser van gotinên wezîrê karên derve yê Îsraîlê li hemberê Yisrael Katz bertekê nîşan da û got:

“Kesê navborî sûcê komkujiyê kir û hukumeta Netenyahu yê ku navê wî di dîroka mirovahiyê de wekî lekeyekî reş derbas dibe, di hukumeta wî de jî ti qedrê wî tine.

Kartz, li welatê me bala kesên medya civakî bikartînin dikşîne, dixwaze di rojevê de bimîne û kursiyê şebeka komkujiyê biparêze.

Tirkiye dê dewam bike rastiyan bibêje û doza Fîlîstînê ya rewa biparêze.”