Çîn bi bobelatekî demografîk re rû bi rû maye

Çîn bi bobelatekî demografîk re rû bi rû maye

PeyamaKurd – Di sala 1970an de jinekî 6 zarokan dianî dinyayê. Pisporên Rojavayî dibêjin ku niha ev jimare niha daketiye 1ê. Hetta hinek pispor dibêjin ku ev nisbet kêmtire. Ji bo welatekî ku dixwaze bibe yek ji desthilatê dinyayê, ev rêje gelek xeter e.

Li gor raporên Neteweyên Yekgirtî; di sala 2050an de, li welatê Çînê wê ji her 3 kesan yek temenê wî di ser 60 salan de be. Ev rêje di bazara kar de pêdiviya ku bi pisporan heye û ji aliyê sîstema xaneşîniyê de, bi xwe pirsgirêkan diafirîne.

Di sala 1979an de Çînê ji bo zêdebûna nûfûsa xwe bide rawestandin, ji bo her malbatekî yek zarokekî qebûl kiribû. Vê biryarê li bajaran kirin mecbûrî. Her kesê ku li pey vê biryarê neçûya dewletê cezayê giran yê pera dida wan. Hetta di vê mijarê de kurtajê kirin mecbûrî û xesandinan kirin. Çîn fam kir ku ev kiryar şaşe û di sala 2013an de biryarê rakir.

Li gor rêjeyên fermî; biryara yek zarokî kir ku 400 milyon zarok nên dinyayê. Paşî qanûn ewilî destûrê da du zarokan. Di sala 2021an de dewlet îznê ji bo 2 zarokan da. Lê rewşa ku Çîn li bendê bû nebû. Daîra rêjeyan ya Çînê di sala 2023an de daxwuyanî da û got ku li Çînê ji sala 1960an heya niha cara yekeme ku nûfûs kêm dibe.

Nûfûsa Çînê bi hesabê Kanûna sala 2022an 1.411 milyar bû. Ev rêje li gor sala borî tê vateya ku nûfûs 850 hezar kêm bûye. Sala borî li Çînê 9,56 milyon bebek hatin dinyayê û kesên mirine jimara wan 10,41 milyon bû. Ev rêje nîşan didin ku jimara miriyên salê ji yên hatine dinyayê zêdetirin.

Li Çînê di bazara kar de pêşbirkekî mezin heye. Malbatên Çînê ji bo zarokên xwe ji bo dahatûyê wan amade bikin, mesrefên weka dersên taybet, dersên muzîkê û sporê distînin, zêde ye. Mesrefên zarokan ji aliyê malbatan de tên dayîn û ev jî mesrefekî zêde dixwaze. Dewlet di vê mijarê de destekê nade malbatan. Mehaneyên xaneşînan kême û zarokên malbatan yên dixebitin mecbûr dimînin destekê bidin malbatên xwe û ev jî qanûniye. Ji ber van şertan malbat mecbûr dimînin ku yek zarokekî çêbikin. Naxwazin barê xwe giran bikin.

Rêvebirên dewletê di rêya konferans, semîner û rêyên din de dixwazin malbatan razî bikin da zaorkan çêbikin lê malbat jî eger ji dewletê destekê nebînin nakevin bin talûka dahatûya zarokên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin