Çîn ji bo 'Peymana Pekînê' Tehran û Rîyadê dipestîne

Çîn ji bo 'Peymana Pekînê' Tehran û Rîyadê dipestîne

Peyama Kurd – Erebistana Sihûdî û Îranê, ji bo pêkanîna peymana Pekînê ya dualî ku di 10ê Adara çûyî de, bi navberkariya Çînê pêk hatibû, teqez-pabendbûna xwe ragihandin.

9 meh piştî Peymana Pekînê ya ku bi hewla Çînê û bi armanca lêvegera peywendiyên navbera Tehran û Rîyadê pêk hat, bi mebesta nirxandina peymanê, bi malevanîya Çînê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê Deng Li û hev payeyê wî yê Îranê Elî Baqirî Qanî û yê Erebistana Sihûdî Welîd el-Hireycî civîneke sêalî pêk hat.

Piştî civîna wezîrên sê welatan wezîrên İran û Erebistana Sihûdî, ji ber rola wê ya giring a pêkanîna peymanê Çînê pîroz kirin.

Di vê civîna ‘Kombûna Sêalî’ de, li gel geşedanên erênî yên wek li herdû welatan ji nû ve vekirina Balyozxaneyan û civîn û serdanên Wezîrên Derve yên herdû welatan ku di çarçoveya Peymana Pekînê de hatibûn pêşbînîkirin, her wiha rêbazên hevkariya sêalî ya di qadên cuda de jî hatin nirxandin.

Aliyê Pekînê destnîşan kir ku wek Çîn, ew amadene ji bo di hewlên başkirina pêwendiyên Tehran û Rîyadê de gavên pêşdetir bêne avêtin piştgirîyê bidin herdû alîyan.

Di civîna ku yekem civîna Kombûna Sêalî bû de biryar hate standin ku ji ber vexwendina alîyê Rîyadê, wê civîna dorê di Pûşpera 2024’an de li Erebistana Sihûdî pêk bê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin