Di êrîşa Îsraîlê ya Lubnanê de 12 kes mirin û jimara birîndaran giha 66 kesan
PeyamaKurd – Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya ser Lubnanê de, jimara kesên jiyana xwe ji dest dan bûn 12 kes û ya birîndaran giha 66 kesan. Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê û wezareta bergiriyê ya Îsraîlê daxwuyanî dan û daxwuyaniya wan mezinahiya êrîşê nîşan dide.
Wezareta tenduristiyê di daxwuyaniya xwe de got ku di êrîşan de 12 kes mirine, 66 kes birîndar bûne û rewşa 9 birîndaran baş nîne.
Berdevkê hêzên bergiriya Îsraîlê (IDF) tûxamîral Daniel Hagari îro ragihandibû ku di êrîşê de 11 fermandarên Hîzbûllahê kuştine.