Jin a ku cîhazan firotibû Lubnanê ji ber tehdîdan îstîxbarat wê xist bin parastina xwe

Jin a ku cîhazan firotibû Lubnanê ji ber tehdîdan îstîxbarat wê xist bin parastina xwe

PeyamaKurd – Diya CEO ya şîrketa Macaristanê ya bi navê Cristiana Barsony Arcidiacono ku serpereştiya şîrketa cîhazan ya bi navê BAC Consulting KFT dike û cîhazan firotibû Lubnanê, ragihand ku keça wê her tim tê tehdîdkirin. Ji ber tehdîdan seredana îstîxbarata Macaristanê kirine û îstîxbarat wê xistiye bin parastina xwe.

Diya CEO ya şîrketê Beatrix Barsony Arcidiacono, ji bo ajansa Associated Press (AP)ê ragihandiye ku piştî teqandina cîhazên li Lubnanê, keça wê tehdîd dikin. Îstîxbarata Macar CEOyê birine ciyekî bi ewle û xistine bin parastina xwe.

Diya Cristiana ragihandiye ku rayedarên Macaristanê li Cristiana wesiyet kirine ku ji medyayê re xeber nede, rola keça wê di teqandina cîhazan de tine û tenê di firotina cîhazan de navbeynkariyê kiriye. Dê Beatrix Barsony Arcidiacono got:

“Keça min bi ti awayî têkilî karê firotanê nebûye, tenê navbeynkar bû. Cîhaz nehatine Budapeşte û li Macaristanê nehatine hilberîn.

Keça min li Girava Sîcîlyayê hatiye dinyayê, xwendina zankoyê li zankoya Katanya kiriye û li Londrayê doktora xwe kiriye.”

Tê gotin ku Cristiana rola wê di amadekirina cîhazan de heye, ji bo îstîxbarata MOSSADê dixebite, berê di komisyona perwerdê ya Yekîtiya Ewrûpa de, di ajansa  EACEA de, di navbera salên 2021-2023an de wekî ‘pispora xaricî’ şêwirmendî kiriye.