Îsraîlê got ku fermandarê Hîzbûllahê yê bi navê İbrahim Akil li Lubnanê kuştine

Îsraîlê got ku fermandarê Hîzbûllahê yê bi navê İbrahim Akil li Lubnanê kuştine

PeyamaKurd – Hêzên bergiriya Îsraîlê ragihandin ku di êrîşa ser Lubnanê ya hewayî de, ji fermandarên di asta bilind de, yê bi navê İbrahim Akil kuştine.

Berê jî Îsraîlê ragihandibû ku 11 fermandarên Hîzbûllahê kuştine. Îsraîl navenda şer guhert û niha Lubnan kiriye navenda şer. Di daxwuyaniya artêşa Îsraîlê de weha hat gotin:

“İbrahim Akil û fermandarên din di nav plana ku êrîşê ser axa Îsraîlê de bûn, plan kirin ku civakên Celîle îşxal bikin û İbrahim Akil di nav endazyarên plana îşxala Celîle de bû.”