Wezareta perwerdê ya Tirkiyê 120 hezar xebatkar digre kar

Wezareta perwerdê ya Tirkiyê 120 hezar xebatkar digre kar

PeyamaKurd – Wezareta perwerdê ya Tirkiyê ragihand ku wê wezaret ji bo paqijiya dibistanan an ku ji bo hîjyena dibistanan 120 hezar kermendan bigre kar. Li ser ku zarok û welî ji karê paqijiya dibistanan gilî û gazinan dikin, di raya giştî de bertekekî zêde di mijarê de hatiye nîşandan, wezaret biyareka weha da.

Wezaret, ji ber xebatkarên paqijiyê têr nakin, di dibistanan de pirsgirêkên hîjyenê çêdibin û dibe sedema xetera tenduristiya zarok, mamoste û hem weliyan, biryarekî weha da.

Wezîrê perwerdê Yusuf Tekin, ragihand ku tevî tedbîrên kêmkirina xebatkaran, pêvajoyekî dinê dane destpêkirin. Wezaret xebata xwe ya ji bo xwendina salên 2024-2025an dewam dike û plan dike ku 120 hezar xebatkar bigre îş.

Wezîrê perwerdê Yusuf Tekin got ku bi wezîrê darayî û wezîrê kar û ewlehiya civakî re axifiye û weha dewam kir:

“Bi wezîrê xezînê û darayî re axifîm. Bi wezîrê xebat û ewlehiya civakî re axifîm. Wê car din ragihînin. Eger seredan hebe, wê ji bo me 120 hezar xebatkar bes be. Li gor sala borî, tam du car lê. Di mijarê de em li ser modelekî nû ya a’îdê wezaretê dixebitin.”

Tekin, di derbarê modela nûh de ti agahî neda lê got ku bi vê modelê dixwaze ji zarokan re şertên baştir yên paqij û asta wan bilind biafirîne.