Ji heman malbatê 3 kesan kuşt

Ji heman malbatê 3 kesan kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Mersinê li navça Mutê malbata Akyaka bi kesekî re munaqeşe kir lê ew kes ji heman malbatê bi tivinga nêçîrê 3 kesan kuşt.

Li taxa Çömelekê kesê bi navê Kemal Veli Akyaka (65), bi malbata xwe re dimsê çêdikir. Kesê bi navê Tahir K. bi alava çandiniyê di ber wan de derbas dibû û di navbera wan de munaqeşe çêbû.

Tahir K. diçe mala xwe û radhêje tivinga nêçîrê û dadgere ber mala Kemal Veli Akyaka. Bi tivingê li Kemal Veli Akyaka, kurê wî Durmuş (35) û bûka wî Ruhan Akyaka (35) dixe.

Li ser agahdarkirina tîmên cendirmeyan û tendurisityê, dema tîm diçin ciyê bûyerê, dibînin ku her sê endamên malbatê li ciyê bûyerê can dane.

Cendirme, Tahir K. digrin û dibin fermandariya navçê ya cendrimeyan.