Şîrketa rêyên hewayî ya Tirkiyê Pegasus, seferên Beyrûdê betal kir
PeyamaKurd – Şîrketa rêyên hewayî ya Tirkiyê Pegasus, ragihand ku bi sedema zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê, seferên balafiran yên Beyrûdê betal kiriye.
Pegasus, ji ber êrîşên Îsraîlê û Hîzbûllahê li hemberê hev dû û her diçe şer geş dibe, seferan betal kiriye. Ji ber germahiya şer, gelek caran balafir nikarin xwe deynin balafirgeha Beyrûdê û xwe li balafirgehên der û dorê datînin.
Ji ber ewlehiyê, Pagasus seferên xwe yên Beyrûdê betal kir û Pegasus heya niha seferên rojê ji bo Beyrûdê dikir.