PeyamaKurd – Dewleta Sirbistanê di demekî nêz ya borî de, ji welatê Çînê sîstema fuzeyan ya balafirsawaran teslîm sitend û weka di pêşengehê de be, nîşan jî da. Ev kiryar di Awrûpa de endîşe çêkir û weka aştiya Balkanan tehdîd dike hat fêmkirin.
Sîstema parastina hewayî ya Çînê ya HQ-22 bi balafirên neqliyê yên Y-20 ên Çînê birin Sirbistanê û Çînê teslîmê Sirbistanê kir. Teslîmata ku Çînê ji bo Sirbistanê kir, di tarîxa Çînê de neqliya hewayî ya herî mezine ji bo Awrûpayê.
Her çendîn Sirbistan dixebite da bibe endamê YA jî, artêşa xwe bi sîlihên Rûsya û Çînê dikemilîne. Lê di sala 2020 an de Amerîka hişyariyê dabû Belgradê ku sîstema fuzeyên HQ-22 ji Çînê nekire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin