PeyamaKurd – Di demekê de ku aloziyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de gihîştine lûtkeyê, Washington û Dohayê li Baregeha Hewayî ya El Udeid navendeke nû ya hevrêziya parastina hewayî û mûşekî vekirin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ev navend bi beşdariya 17 welatan hatiye avakirin û armanca wê xurtkirina parastina herêmî ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî êrîşên dawî yên li herêmê, biryarnameyek îmze kir ku li gorî wê "her êrîşeke li ser Qeterê wekî êrîşeke li ser Amerîkayê" tê hesibandin. Ev gava leşkerî wekî beşek ji hewldana avakirina "NATOya Rojhilata Navîn" tê dîtin.
Di demekê de ku rêveberiya Trump vebijarkên leşkerî li dijî Tehranê dinirxîne, Qeter wekî navendeke krîtîk a stratejîk a Amerîkayê li herêmê derdikeve pêş.