PeyamaKurd - Hêzên hevpeymaniyê yên bi serokatiya Erebistana Siûdî ragihandin ku fûzeyeke deryayî (cruise missile) ku ji aliyê Hûsiyan ve ber bi herêma Riyadê ve hatibû avêtin, li esman hat astengkirin û têk birin.
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniyê Korgeneral Turkî el-Malikî di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ev êrîş li ser sînorê Riyadê hatiye pûçkirin.
Di hefteyên dawî de, komên Hûsî êrîşên xwe yên bi dron û fûzeyan li ser balafirxane, tesîsên enerjiyê, baregehên leşkerî û herêma darayî ya Riyadê zêde kirine.