"Ger ceribandinên nukleerî yên rawestandî werin kirin, em ê bi heman awayî tevbigerin"

"Ger ceribandinên nukleerî yên rawestandî werin kirin, em ê bi heman awayî tevbigerin"

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov diyar kir ku ger ceribandinên çekên nukleerî yên rawestandî werin kirin, Rûsya wê bi heman awayî tevbigerin.

Peskov li Moskowê derbarê çekên nukleerî de bi rojnamevanan re axivî.

Peskov bi bîr xist ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ferman daye Wezareta Parastinê (Pentagon) ku "di cih de" dest bi ceribandinên çekên nukleerî bikin û got, "Li ser vê mijarê moratoryûmek heye."

Peskov bi bîr xist ku Trump îdia kiriye ku welatên din çekên nukleerî ceribandine û diyar kir ku di derbarê mijarê de tu agahiya wan tune.

Peskov bi bîr xist ku Rûsyayê moşeka krûzê ya "Burevestnik" a bê menzîl bi pergala avêtina bi hêza nukleerî û wesayîta binavî ya bêmirov "Poseidon" ceribandiye û îdia kir ku ev ne ceribandinên nukleerî ne.

Peskov destnîşan kir, "Her welatek ji bo pêşxistina pergalên xwe yên parastinê dixebite. Dewletên Yekbûyî welatekî serwer e û mafê wê heye ku biryarên serwer bide. Ez hêvî dikim ku Trump li ser ceribandinên li Rûsyayê bi rêkûpêk hatiye agahdarkirin. Ev nikare wekî ceribandinek nukleerî were şîrovekirin."

Peskov daxuyaniyên Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ên li ser vê mijarê bi bîr xist û destnîşan kir ku ger ceribandinên çekên nukleerî yên hatine sekinandin ji nû ve dest pê bikin, Rûsya wê heman gavan bavêje û got, "Ger kesek moratoryûmê bişkîne, Rûsya wê bi heman awayî tevbigere."

Peskov diyar kir ku DYA bi fermî Rûsyayê ji planên xwe yên ji bo ji nû ve destpêkirina ceribandinên nukleerî agahdar nekiriye û tekez kir ku di navbera her du welatan de pêşbirkek çekan a nû tune.

Dema ku ji Peskov hat pirsîn ka bi DYA re li ser bêçekkirina nukleerî têkilî çêbûne, wî got, "Di dema têkiliyan de, me tekez kir ku li ser vê mijarê nîqaşên di asta pisporan de hewce ne. Ev mijarek pir cidî ye. Gotûbêjên li ser vê mijarê her gav demek dirêj digirin. Lêbelê, nîqaşên di navbera pisporan de hîn dest pê nekirine. Bi rastî ev mijar çend caran hatiye raberkirin."

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.